Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina ligel Putin îro li Hewlêrê beşdarî mêtînga PARTÎ...

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina ligel Putin îro li Hewlêrê beşdarî mêtînga PARTÎ dibe

Belav bike

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdanekê li Rûsya bû, piştî civîna bi Serokê Rûsya Vladimir Putin, îro Pênşemî 10ê Gulana 2018 vegeriya Herêma Kurdistanê.

 

Nêçîrvan Barzanî bi vexwandina fermî ya hikûmeta Rûsya serdana Moskowê kiribû û doh Çarşemî 9ê Gulanê di 73mîn salvegera Roja Serkevtinê ya Rûsya de ku li Medya Sor a Moskowê birêve çû, beşdar bibû.

 

Serokwezîr Barzanî piştî beşdarbûna di merasima Roja Serkevtinê ya Rûsya, li koşka Kremîln li gel serokê wî welatî Vladimir Putin hevdîtin pêk anîbû.

 

Serokwezîrê Kurdistanê îro dawî bi serdana xwe ya bo Rûsya anî û vegeriya Hewlêrê û biryar e li Hewlêrê beşdarî di mîtîngeke cemawerî ya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) ya ji bo hilbijartinên Iraqê de bike.

 

Nêçîrvan Barzanî tevî ku Serokwezîrê Kurdistanê ye, di heman demê de Cîgirê Serokê PDKê ye. Rûdaw