Serrûpel Nûçe Binêrin Erdogan ji bo Kurdên Sûriyê çi dibêje

Binêrin Erdogan ji bo Kurdên Sûriyê çi dibêje

Belav bike

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji televizyona BBC ya Birîtanî re axivî û dubare dijatiya xwe ji rêjîma Esed re nîşan da û got: Ez niha jî li dijî Beşar Esed im. Lê em bi Rûsya û Îranê re kar dikin, daku aştiyê li Sûryê vegerînin.

Erdogan zelal kir, heger Tirkiyê li gel Amerîka, Birîtanya û Frensa li Sûryê kar kiriba, belkî li gel Îran û Rûsya hevrêzî nekiriba û li gel wan kar nekiriba û got: Amerîka li gel rêxistineke terorîstî operasyona Reqayê pêk anî. Me ji wan re got, werin em bi hev re vî karî bikin, lê ew razî nebûn. Piştî vê yekê me jî li gel Rûsya dest bi avêtina gavan kir û em niha operasyonên xwe yên li Bakurê Sûrya li gel Rûsya birêve dibin.

Serokê Tirkiyê tekez kir, ku ti pirsgirêka wan bi Kurdên Sûryê re tine ye û ew operasyonên ku li bakurê Sûryê dikin li dijî PYDê û YPGê ne.

Derbarê derketina Amerîka ji rêkevtina etomî ya li gel Îranê Erdogan got: Rêkevtina etomî giring bû û derketina Amerîka ji wê rêkevtinê karekî ne rast e û wê rewşê aloztir bike. K24