Namzedê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş ku niha di girtîgehê de ye û nikare bangeşeya hilbijartinên serokomariyê bimeşîne, bi zimanekî îronîk rewşa xwe anî ziman.
Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û got: “Gelek neheqî ye ku namzedên din ên serokomariyê li meydanan dibezin û diwestin û ez li vir im. Ez li vir lingê xwe diavêjim ser lingê xwe yê din û çaya xwe vedixwim û zor û zehmetiyê ew dikşînin. Wisa jî ji bo wan xemgîn dibim! Ji ber vê neheqiyê bila qisûrê min efû bikin, heqê xwe helal bikin.”
Demirtaş ji Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê hatiye zindanîkirin. Ji ber vê yekê Selahattin Demirtaş ji bo hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê ya 24ê Hezîranê nikare bangeşeya hilbijartinan bimeşîne. Rûdaw