Li Hewlêrê hevdîtinek di navbera berpirsê dosya Sûriyê û rojavayê Kurdistanê de li dîwana serokatiya Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî û hevserokê Tev Demê Aldar Xelîl de çê bû.
Di vê hevdîtinê de behsa rewşa rojavayê Kurdistanê û dîtina riyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera ENKS û PYD de hate kirin.
Li gor zanyariyên piştraskirî, ew hevdîtin li ser daxwaza Tev Demê hatiye kirin.
Yek ji mijarên sereke yên hevdîtinê ewbûye ku pêwîste bê gotûbêj ji aliyê Tev Demê de were çareserkirin, vekirina ofîsên ENKS, azadkirina girtiyên siyasî, rakirina astengiyên li pêşiya xebatên ENKS û serbestkirina çûn û hatina serkirdeyên encumenên di navbera başûr û rojavayê Kuridstanê de.
Li aliyê din serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku armanca hevdîtina wî ligel Derbendî, nêzîkkirina aliyên Kurdî bû li rojavayê Kurdistanê.