Serrûpel Nûçe Çû Barzanî bikuje lê..? (Vîdyo)

Çû Barzanî bikuje lê..? (Vîdyo)

Belav bike

Çîroka wî wiha dest pê dike:

Navê wî Îbrahîm Gabarî ye. Bi eslê xwe ew ji bakurê Kurdistanê ye. Niha li başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê dijî.

Jiyana wî gelekî balkêş e.

Di sala 1972 de, wî suikasteke Îraqê li dijî Mistefa Barzanî eşkere kir.

Ew çûbû Bexdayê ji bo ku li zanîngehê bixwîne. Dest bi xwendina xwe dike, zanistên siyasî dixwîne. Muaberatên Îraqê, bi wî dihesin, xwe digihînin wî.

Di sala 1970 muxaberatên Îraqê wî dibînin, ji wî dixwazin ku xwe nêzîkî Mistefa Barzanî bike, muxaberatan dizanibû ku Gabarî ji Barzanî hez dike û pêwndiya wan heye.

Îbrahîm Gabarî daxwaza wan qebûl dike û xwe nêzîkî Barzanî dike.  Gelek caran diçe serdana Barzanî. Encama hemû serdanên xwe jî digihîne muxaberatan li Bexdayê.

Her tiştê ku dike, ji Barzanî re dibêje, yanî li her du aliyan dilîze. Dibe ajanekî 2 alî, hem ji muxaberatên Îraqê re hem jî ji Barzanî re kar dike.

Roja 15 Tîrmehê sala 1972 muxaberat çenteyekî didin wî, TNT dixin çente, ji Gabarî dixwazin wî çenteyî bixe odeya Barzanî. Her wiha wî fêr dikin çawa biteqîne.

Îbrahîm Gabarî, Barzanî agahdr dike, çente teslîmî tîma hendesê ya Barzanî dikin, dibînin ku çente ji TNT dagirtî ye.

Çente vala dikin û Barzanî û hevalên wî rizgar dibin.

Piştre li ser daxwaza Barzanî ew vedigere Şamê.

Di sala 1976 de serokatiya şandeke Kurd dike û diçe serokê Sûriyê Hafiz Esed dibîne. 45 deqeyan bi Esed re rûdine.

Îbrahîm Gabarî li Şamê dimîne. Rojekê muxaberatên Sûriyê bê sebeb wî digirin. Ew ji sala 1977 heta sala 2000, 24 salan di zindanên Sûriyê de dimîne û gelek rengên îşkencê dibîne, piraniya salên xwe di zindana Tedmur de derbas dike, yek ji xerabtirîn zindan.