Di nameyekê de bo Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekezî li ser hevkariyên berdewam ji bo peydabûna aştî û aramiyê dike.
bi boneya ku Mike Pompeo wek Wezîrê Derve ya Amerîka dest bi kar kiribû, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek pîrozbahiyê jê re birê kiribû, di bersivê de jî Mike Pompeo ji bilî sipasî û hêvîxwastina bo girîngîpêdana bi pêwendiyan, pabendbûna welatê xwe bi hevahengiya ligel hevpeymanên xwe dupat kir.
Di nameyê de Pompeo tekezî li ser wê yekê kir, Amerîka bi berdewamî ligel tevahiya hevpeyman û hevbeşên xwe têdikoşe ji bo ewlehî û aramiya zêdetir li navçê û li seranserî cîhan cîgir bibe û zemîneya libartirî bo pêşketin û geşepêdan ji gelan re peyda bibe. Basnew