Serrûpel Nûçe Mela Tahir Bamokî: Ji Xwedê bitirsin, ev keça min e – foto

Mela Tahir Bamokî: Ji Xwedê bitirsin, ev keça min e – foto

Belav bike

Mela Tahir Bamokî li ser wênekeye xwe ku di medyaya civakî de hatiye belavkirin, daxuyaniyek da û diyar kir: “Ji Xwedê bitirsin, ev wêneya min û keça min e ku ji sala 1986an ve tenê diya vê keça min hevjîna min e.

Melayê Mizgefta Umer Bin Xetab a li Helebceyê Tahir Bamokî ku wêneyeke wî û keça wî li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, ragihand: “Ev keça min a yekane ye ku min çend wêneyên xwe û wê, yên ji zaroktiyê heta roja zewacê belav kirine, lê niha hinek kes gotinên ne xweş li hember dinivîsin û dibêjin qey ev wêneya bûk û zava ye.”

 

Mela Tahir Bamokî ji kesên ku derbarê wî de gotinên ne xweş dibêjin daxwaz dike: “Tika dikim ji Xwedê bitirsin, bi vî rihê min ê spî û bi vê şaşika min a spî, bi min re henekan nekin.”

 

Bamokî herwiha eşkere dike: “Min ev wêne di nav wan wêneyan de belav kir daku soza xwe ya bavîtiyê nîşan bidim û bibêjim ez bi zewaca keça xwe çi qas kêfxweş bûm. Loma ez ji we hemû daxwaza rêz û hurmetê dikim, ku bi nezanî li ser mijarekê yan li ser wêneyekê, ji ber xwe ve tiştan nenivîsin û belav nekin. Ez li we hemûyan rêz digrim û çavên keça xwe maç dikim û lêborîna xwe dixwazim.”

 

Mela Tahir Bamokî di daxuyaniya xwe de bal dikşîne ser bandora medyaya civakî li ser civakê û dibêje: “Wisa xuya ye ev înternet û facebook li welatê me bûye sedema têkbirina bingeha civakê.” Rûdaw