Serrûpel Nûçe Serkirdeyekî berê yê partiya Azadî li gundekî Kobanî hate girtin

Serkirdeyekî berê yê partiya Azadî li gundekî Kobanî hate girtin

Belav bike

Li gundê Kortikê yê ser bi Kobanî ve, 2 otomobîlên ku çekdarên rû girtî têde bûn, êrîşî mala wî kirin û bi zorê ew bi xwe re birin.

Ednan Ebûd, di dema şerê Kobanî de koçberî Tirkiyê bûbû û berî hefteyekê vegeriya bû.

Ew kesayetiyeke civakî naskirî bû li herêma Kobanî û nexweş bû.

Di derbarê vê girtinê de asayîşa Kobanî û rêveberiya xweser tu daxuyanî nedane.

Heta niha kesek nizane ew li kuderê ye û çi hatiye serê wî.