Spîkerê radyo yê navdar Xelefê Zêbarî, ku bêjerê radyoya şoreşa Kurdistanê bû, û piştre bû bêjerê dengê Emerîka û xwediyê dengekî gurr û zelal bû, li Emerîka li bajarê Washington wefat kir.
Ew yekem bêjerê şoreşa Kurdistanê bû, bi rêberiya Barzaniyê Nemir, ku got: ” Vêre dengê kurdistan”
Wî gelek helbest jî nivîsandibûn, yek ji wan helbesta Nesrîn bû ku Mihemed Şêxo kir stran.
Foto: Ji rûpela Muhemed Seid