Serrûpel Nûçe “Rosneft”a Rûsî bala hemû cîhanê kişande ser Kurdistanê

“Rosneft”a Rûsî bala hemû cîhanê kişande ser Kurdistanê

Belav bike

Şirovekar dibêjin, girêbesta kompanyaya Rosnefta rûsî ya li gel Herêma Kurdistanê bala kompanyayên din ên aborî radikêşe ser Herêma Kurdistanê.

 

Li gorî rapora salane ya govara Forbes, di sala 2017ê de Rosneft di cîhanê de şeşemîn kompanyaya herî mezin a petrolê ye. Ji lewra şarezayên warê petrolê dibêjin, eger buhayê ruble ya rûsî neketiba, niha sermayeya Rosneftê dê ji ya Exxon  Mobil zêdetir biba.

 

Herêma Kurdistanê xwediyê 45 milyar bermîl petrola yedeg û zêdetirê 3 trilyon metre sêcar jî gaza sirûştî ye. Di warê çavkaniyên sirûştî de Kurdistan yek ji navçeya herî giring a cîhanê ye.

 

Piştî hilweşandina rejîma berê ya Iraqê û li gorî plana geşedana kerta petrol û gaza Kurdistanê, zêdetirî 30 kompanyayên mezin ên cîhanê yên wek Chevron, Total, Gazprom, DNO, Moll, Efrîn, Golf Kingston, Oriskis, Hes û HintOil û yên din jî ji bo peydakirin û berhemanîna petrolê berê xwe dane Kuridstanê. Beşek ji wan heta niha projeyên xwe berdewam dikin û beşek ji wan jî piştî qeyrana darayî û şerê DAIŞê projeyên xwe dabûne sekinandin lê mijûlî destpêkirina karên xwe ne.

 

Lê hatina ti kompanyayekî bi qasî hatina Rosneftê bala şirovekar û kompanyayên aborî nekişandibû. Herwiha vê yekê bala Gazpromê jî kişandiye ku ew jî kompanyayeke rûsî ye û ji Rosneft mezintir e.

 

Kompanyaya Rosneftê di sala 2017ê, li pey Gazprom û Sîberbankê sêyemîn kompanyaya mezin a Rûsyayê bû. Rosneft sala 1993 piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyet hate damezrandin.

 

Rosneft li 24 welatên cîhanê yên wek Rûsya, Brezîlya, Norveç, Kanada, Çîn, Viyetnam, Myanmar, Tirkmenîstan, Misir, Îmarat, Endonezya û Iraqê, wate li 5 parzemînên cîhanê projeyên xwe yên berhemanîn, veguhestin, parzûnkirin û firotina petrol û gaza sirûştî birêve dibe.

 

Li gorî rapora salane ya govara aborî Forbesê ya sala 2017ê, li gorî saman û firotin û qazancê, di nava 10 kompanyayên mezin ên cîhanê de Rosneft şeşemîn kompanyaya mezin a petrolê ye û herwiha di seranserê cîhanê de 82emîn kompanyaya mezin a cîhanê ye.

 

Rosneft xwediyê zêdetirî 193 milyar dolar bûye û eger bandora nerênî ya nizimbûna nirxê ruble ya rûsî li hember dolarê nebaya, niha servet û samanê wê ji ya Exxon Mobil zêdetir dibû. Dahata Rosneftê ya pîşesazî û firotina petrol û gazê di sala 2017ê de zêdetirî 75 milyar dolar bûye, ku qazanca puxtî ya Rosneftê wek 2.7 milyar dolar tê xemlindin. Wate %3.6ê firotina berheman dibe qazanca Rosneftê.

 

Ji bo çarîka yekem a sala 2018ê, rêjeya qazanca puxtî ya Rosneftê wek 1.5 milyard dolar hatiye xemlandin, ku ev bilindbûneke pir balkêş e li gorî salên berê. Ev rêje heta dawiya saê berdewam bibe dê qazanca Rosneftê du qat zêde bibe.

 

Hatin û pêşxistina projeyên Rosneftê dikare rikberen wê jî pal bide da ku ew jî berê xwe bidin Kurdistanê û proje an jî parên xwe yên li Herêma Kurdistanê mezintir bikin. Ev yek jî dikare bibe sedema geşedaneke leztir a kerta petrola Kurdistanê û gihiştina armancan. Rûdaw