Serrûpel Nûçe Emerîka û Tirkiyê li hev kirin: Wê YPG ji Minbicê derkeve

Emerîka û Tirkiyê li hev kirin: Wê YPG ji Minbicê derkeve

Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di derbarê bajarê Minbic de ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye got: “YPG wê ji wir derkeve û Tirkiyê wê deverê kontrol bike.”

Çavuşoglu piştî vegera ji Almanya di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û da zanîn ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de ji bo ewlekarî û aramiya Minbic nexşerêyek hatiye amadekirin û got, wê YPG ji wir derkeve. Li şûna YPGê wê Tirkiyê û Amerîka biyarê bidin ka kî rêveberî û ewlekariya wê deverê diparêze.”

Li gora Wezîrê Derve yê Tirkiyê Amerîka hewil dide peywendiyên YPG û PKKê ji hev qut bike, got ew dixwazin peywendiya navbera YPG û Qendîlê bibirin. Eger YPG cuda bibe wê here kuderê? Ma wê here çolê? Çend ji wan wê dest ji çekan berdin û vegerin jiyaneke asayî? Ev tiştên giring in.”