Serrûpel Nûçe 5 zarokên xuşk û birayên hev yên Kurdên rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyê...

5 zarokên xuşk û birayên hev yên Kurdên rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyê di ava Ice de xeniqîn – vîdyo

Belav bike
5 zarokên xuşk û birayên hev yên Kurdên rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyê di ava Ice de xeniqîn
5 xuşk û birayên Kurdên rojavayê Kurdistanê, li ser riya Ewropa li Tirkiyê di avê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Vîdyo
Bi tevayî kesên ku di avê de xeniqîn 9 kes in, 5 ji wan Kurdên ji rojavayê Kurdistanê ne.

14 koçber di belemê de bûne, 5 kes rizgar bûne.

Kesên ku di ava Antalya de xeniqî ne, Dêrîn Reşîd 13 salî, Dildar Reşîd 10 salî, Şîyar Reşîd 8 salî, Dijwar Reşîd 8 salî, Emîne Reşîd 3 salî.

Temê wan kesan ji bo nexweşxaneya Antalya hate şandin û lê kolînê jî dest pê kir.

Dayîk û bavê wan zarokan niha li nexweşxaneyê li ser termê zarokên xwe ne.