Serrûpel Nûçe PKK nehişt tîfaqa Kurdistanî çêbibe

PKK nehişt tîfaqa Kurdistanî çêbibe

Belav bike

Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mehmet Gul ragihand ku “li gor me faktora sereke ya nebûna tifaqa di navbera HDP û Partiyên Kurdistanî de wek ku em dizanin daxuyaniya endamê rêvebiriya navendî yê PKKê Mustafa Karasu ye.

Mehmet Gul nebûna tifaqê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir û wiha got: “Gelek sedemên ku pevajoya tifaqa Partiyên Kurdistanî bi HDPê re biser neket hene. Dibe hinek kesên nava HDPê nexwestibi ev tifaq pêk were, dibe ji aliyê dewletê ve nehatibe xwestin. Herwiha dibe ji hinek aliyên partiyên siyasî jî ev tifaq nehatibe pejirandin. Li gor me faktora sereke ya nebûna tifaqê ku em dizanin daxuyaniya endamê rêvebiriya navendî yê PKKê Mustafa Karasu ye. Karasu di daxuyaniya xwe de tifaqa Partiyên Kurdistanî bi beşên din re erênî dinirxîne, lê tifaqa Partiyên Kurdistanî bi HDPê re şaş bi nav dike, li dijî wê derdikeve û dibêje ‘divê ev tifaq pek neyê’.

Gul wiha domand: “Lewra li gorî Karasu HDP partiyeke Tirkiyeyiye ku Kurd jî dengê xwe didinê, ne partiyeke Kurd e û lewma tifaqa navbera Partiyên Kurdistanî û HDPê rast nabîne û ev bi eşkere got. Piştî daxuyaniya Karasu ya li dij derketina tifaqê têkiliya HDPê bi Partiyên Kurdistanî re bi carekê re hat birîn. Tesîra herî mezin a nebûna tifaqa Partiyên Kurdistanî bi HDPê re ev daxuyaniya Mustafa Karasu ye. Dibe mudaxele û bandora hinek tiştên din jî hebe, lê mudaxeleya sereke ya nebûna tifaqê daxuyaniya Karasu ye.” Peyamakurd