Fermandariya Giştî ya YPGê îro di daxuyaniyekê de ragihand, li ser daxwaza Encûmena Leşkerî ya Minbicê û bi hevrêziya ligel hêzên navdewletî di nava wan de Tirkiyê jî, YPG beşdarî operasyona rizgarkirina Minbicê bû û di 15ê Tebaxa 2016an de ew bajar ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.
Amaje bi wê jî kir, piştî rizgarkirina Minbicê, şervanên YPGê di 16ê Mijdara 2017an de ew bajar radestî Encûmena Leşkerî ya Minbicê kir û di daxuyaniyeke fermî de û li pêş çavên ragihandinê şervanên YPGê ji bajarê Minbicê vekişiyan.
Di beşeke din a daxuyaniyê de YPG diyar dike, li ser daxwaza Encûmena Leşkerî ya Minbicê û bi hevrêziya ligel Hevpeymaniya Navdewletî, hejmarek şêwirmend û rahênankarên YPGê bi armanca perwerde û rahênankirina leşkerî li Minbicê man.
Fermandariya Giştî ya YPG ragihand jî, piştî du salan ji kar û çêbûna karînên Encûmena Leşkerî ya Minbicê di warê rahênankirin de, Fermandariya YPGê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da.
Di dawiya daxuyaniyê de, Fermandariya Giştî ya YPGê ji raya giştî û xelkê Minbicê re tekez dike, her demê pêwîstî hebe, dê hevkariyê bi xelkê Minbicê re bike.
Ev daxuyaniya YPGê piştî wê tê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo duh li Washingtonê civiyabûn, piştî civînê hat ragihandin ku her du aliyan derbarê Minbicê de li ser nexşerêyekê lihev kirin.
Îro jî Çawîşoglu ragihand, li gor wê nexşerêyê YPG ji Minbicê derdikeve û çekên wê jî jê tên standin. K24