Serrûpel Nûçe Hunermendê Kurd Selah Osê wefat kir

Hunermendê Kurd Selah Osê wefat kir

Belav bike

Roja pênşemê 7ê Hezîrana 2018, hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê, Selah Osê, di 63 saliya de, li bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Hunermend Selah Osê yek ji rûyên hunerî yên naskirî bû li bajarê Qamişlo.

Wî bi hunera xwe xizmeteke mezin ji kultur û folklora kurdî re kiribû.

 

Selah Osê sala 1955an li gundê Til Şiîrê yê ser bi Tirbespiyê ve ji dayik bûbû..

 

Tevî ku zêdetirî 10 caran seredana Ewropayê kiribû û konsêrt li dar xistibûn, lê rijd bû ku her li Qamişlo bimîne.

 

Bi sedema nexweşiyeke giran, Selah Osê 7ê hezîranê koça dawî kir.