Elî Beşar, xortekî 20 salî ji Îraqê, li Almanya piştê ku tecawizî keça alman ya 14 salî (Susanna F.) kir, ew kuşt.
Reviya û polîsên Almanya li wî digeriyan.
Piştre tevî malbata xwe, bi pasporteke sexte ji Dusseldorfê çû Îstanbulê, ji Istanbulê hate Hewlêrê, îro li Zaxo ji aliyê asayîşa Kurdistanê ve hate girtin.
Wezîrê hundir yê Almanya, hikûmeta Kurdistanê spas kir.
Hêzên emnî yên almanî li wî digeriyan.
Li gorî zanyariyên Polîsê Almanya, penaberekî xelkê Iraqê yê bi navê Elî Beşarê 20 salî, roja 22-23ê Gulanê destdirêjiyê sêksî li keçeke 14 salî ya bi niavê Susanna Feldman a bi esil cihû kiriye û ew kuştiye.
Elî Beşar (Îraqî) di sala 2015 tevî malbata xwe çûbû Almanya û daxwaza mafê penaberiyê kiribû, lê îqame wernegirtibû.