Serrûpel Nûçe Tirkiyê 100 penaber teslîmî Kurdistanê kirin

Tirkiyê 100 penaber teslîmî Kurdistanê kirin

Belav bike

Hikûmeta Tirkiyê, 100 penaberên ku ji başûrê Kurdistanê çûbûne Tirkiyê û li wir ji ber ku qaçax bûn hatibûne girtin, teslîmî hikûmeta Kuridstanê kirin.
Di nava wan zarok û jin jî hebûn, û bi riya deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl hatine radestkirin.
Ew kes li sînorê Tirkiyê û Yunanê hatibûne girtin.

Di nava 3 salên derbasbûyî de, zêdetirî 240 hezar kesên Îraqî û ji başûrê Kurdistanê çûbûne Tirkiyê, bêhtirî 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûne, berî ku bigihên Ewropa.