Namzedê parlementeriyê yê serbixwe yê Diyarbekirê Refîk Karakoç, ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd, pergala federaliyê li Tirkiyeyê pêşniyaz dike. Karakoç digel hevkarên xwe re li gund, navçe û bajaran digerin û ji bo ku di hilbijartinan de piştgiriyê bigirin, soz û waedên xwe tînin zimên û belavokên ku pêşniyazên çareserkirina Pirsgirêka Kurd li ser cih digirin belav dikin.
Li nivîsgeha Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ya rêveberiya Diyarbekirê partîgir belavokên ku wêneyên namzedê serbixwe Refîk Karakoç û soz û waed li ser cih girtine, amade dikin. Piştî amadekarî temam bûn, Karakoç û hevalên xwe li otobusê siwar dibin û ber bi bazarê ve diçin. Ji otobûsê dengê stranên Hunermend Şivan Perwer bi ser kuçe û kolanên Diyarbekirê dikeve. Karakoç û hevkarên xwe tevî hewaya gerim, di nav bazarê de bi hezaran belavok belav dikin û qala projeyên xwe ji xelkê re dikin. Karakoç amaje dike ku di nav kêmderfetiyê de xebatên xwe dimeşînin. Armanca Namzede Serbixwe Refîk Karakoç û hevkarên wî ew e ku xelkê ji daxwazên xwe yên wekî federasyonê agahdar bikin.
Namzedê parlementeriyê yê serbixwe yê Diyarbekirê Refîk karakoç ji K24ê re wiha axivî: “Jixwe tiştên ku em dixwazin mafên mirovî ne. Em ji tu kesî/ê re nabêjin ‘axa xwe bidin me’. Tiştên ku em dixwazin, mafên mirovî ne; mafên gel in. Em dixwazin bi Zimanê Kurdî perwerdehî bê dayîn. Em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî. Bila sînorên Komara Tirkiyeyê neguhere lê belê em dixwazin sazûmaneke federalî çêbibe. Piştî sazûmana federali, em dikarin wekî bira bi hev re bijîn.”
Li gorî ragihandina Karakoç; dewletê mafê Hak-Parê yê beşdarîkirina hilbijartinan bi awayekî dijyasayî ji wan girt, li ser vê yekê Hak-Parê li Diyarbekir, Mêrdîn, Dêrsîm, Wan û Agiriyê biryara beşdarîkirina namzedên serbixwe da. Namzedên serbixwe ji bo ku li van 5 bajarên bakûr bên hilbijartin, bi piştgiriya Hak-Parê bi şev û roj dixebitin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de Hak-Parê li tevahiya Tirkiyeyê 65 hezar, di 1’ê Mijdara 2015’an de dengên xwe nêzî du qatî zêde kiribû û 112 hezar deng bi dest xistibû. Endamê Lijneya Rêveber ê Rêxistina Hak-Parê yê Diyarbekirê Remezan Eren jî dibêje; heger ew di derbarê daxwazên xwe de gel baş agahdar bikin, ew ê serkeftineke mezin bi dest bixin.
Remezan Eren dibêje: “Ji bo ku em dengê xwe bigihînin xelkê û propjeyên çareseriya Pirsgirêka Kurd ji xelkê re bibêjin, em li bazar, navçe û gundan belavokên xwe belav dikin. Em dibêjin divê Kurd jî di welatê xwe de bibin desthilatdar. Ji ber vê yekê jî em xelkê xwe agahdar dikin.”
Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par, ji bo Kurdan daxwaza mafên neteweyî dike û siyaseteke Kurdistanî dimeşîne. Namzedên serbixwe yên ku piştgirya Hak-Parê digirin, siyaseta AK Partî û HDP’ê ya li ser Kurdan rexne dikin û dibêjin; siyasetmedaran sozên ku dane, bi cih nehanîna û bi şerê çekdarî jî Pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Hak-Par di hilbijartinên serokomariyê de dê neçe ser sindoqan, lê ji bo ku 5 partlementerên serbixwe bi dest bixe, xebatên xwe bê navber didomînin.