Çekdarên Sultan Murad li Efrînê zilmê li Kurdan dikin.
Mihemed Îsê (Yusuf) Kurdekî ji gundê Xelîlaka ya li Bilbila ser bi Efrînê ve. 50 salî ye. 6 zarokên wî hene. Berî 4 rojan dema ku ji bazarê vedigeriya mal, di rê de çekdarên Sultan Murad ew girtin û pere jê xwestin. Nexwest peran bide wan, çekdar wî digirin dixin malekê û giran îşkence dikin. Piştre xel bi lez wî radikin nexweşxaneya Kirikxan li Tirkiyê.