Grûpa bi navê Sultan Murad, ji aliyê Tirkiyê ve hate avakirin. Yanî Tirkiyê, di warê çekdarî, xwarin, vexwarin, û lojîstîkî de alîkariya wan dike, wan perwrde jî dike. Ew di encama yekirina grûpên Lîwa Sultan Mihemed El Fatih, Lîwa Zekî Turkmanî û Lîwa Eşbal El Eqîde, de hate avakirin, hemû bi hev re navê wan Sultan Murad e.
Piraniya çekdarên wê grûpê jî Turkmen in û li derdora Helebê peyda dibin.