Serrûpel Nûçe Binêrin Kandîdê serokomariyê Selahedîn Demîrtaş ji bo Erdogan çi dibêje!

Binêrin Kandîdê serokomariyê Selahedîn Demîrtaş ji bo Erdogan çi dibêje!

Belav bike

Kandîdê serokomariya Tikriyê ku zindana Edirne de girtiye Selahedîn Demîrtaş ji rojnameya NewYork Times re gotarek nivîsand û da xuyakirin ku partiya AKP û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi hemû hêza xwe hewl didin ku, HDP di bin benda hilbijartinê de (%10) bihêlin.

Demîrtaş got, girtina wî di zindanê de nîşana wê yekê ye ku hilbijartinên Tirkiyê di mercên adîlane de nayên kirin.

Kandîdê HDP ji bo bo Serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş di nivîsa xwe de dibêje ku ji xeynî Erdogan hemû kandîdên serokomariya wî welatî daxwaza azadkirina wî kirin, lê Erdogan ji azadkirina wî tirsiya û xwestin wî di zindanê de bihêlin.

Demîrtaş dide xuyakirin ku Erdogan pir ditirse ku, ji desthilatê bikeve.