Serrûpel Nûçe “YPG wê roja 04.07. ji Minibcê derkeve”

“YPG wê roja 04.07. ji Minibcê derkeve”

Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, li gorî rêkeftina wan û Amerîka şervanên YPGê dê çend rojên din ji bajarê Minbicê yê Sûriyê vekişin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ji televîzyona CNN Turk re gotiye, li gorî rêkeftina navbera Tirkiye û Amerîka, şervanên YPGê dê ji roja 4 Tîrmehê dest bi vekişîna ji Minbicê bikin.

Çavûşoglu her wiha gotiye, Amerîka dê çekên giran yên ku dane YPGê jî ji wan bistîne û Tirkiye jî dê çavdêriya wê pêvajoyê bike.

Ev çend roj in hêzên Tirkiyê li derdora bajarê Minbicê bicîh bûne. YPGê jî beriya niha ragihandibû ku ew bi temamî ji Minbicê derketine. Basnew