Serokê berê yê Tunisê Zeynel Abidîn Bin Elî, piştî 2011 ku ji welatê wî şerê navxwe dest pê kir û li welatên erebî belav bû, û niha li Siûdî penaber e, kesekî nêzîkî wî bi navê Sabir Hemronî, serdana wî kir û got, rewşa wî ya madî xerab e.
Rêxistina Şefafiyetê ya Cihanî jî di raporteke xwe de nivîsandibû ku serwetê malbata wî 13 mîlyar dolar in, yê bi xwe jî jî 5 mîlyar dolar e.
Hemronî dibêje, hikûmeta Siûdî alîkariya wî dike, û hikûmeta Tunisê miaşê wî yê xanenişînî jî nade.
Jina wî yek ji wan kesan tê naskirin ku bi mîlyonan li makyaj û kincên xwe mesref kiriye.