Serrûpel Nûçe Rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyê li ser petrolê li hev kirin…

Rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyê li ser petrolê li hev kirin…

Belav bike

Rojnameya nêzîkî hikûmeta Sûriyê El Weten nûçeyek nivîsand û ragihand ku YPG – PYD û hikûmeta Sûriyê li hev kirin û petrola Rimîlan (parêzgeha Hesekê) ji bo hikûmetê were teslîmkirin.

Malpera rûsî Rusya Today jî nivîsand ku wê firotina parêzgeha Hesekê ku niha di bin kontrola YPG de ye, bikeve destê hikûmeta Sûriyê.

El Weten di nûçeya xwe de diyar dike ku çend caran ji Şamê çend şandên hikûmeta Sûriyê çûne Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqe û Şedadî, û ligel rêveberiya xweser civiyane û lihev kirin ku petrola rojavayê Kurdisanê bikeve destê hikûmetê.

Li gor jêderên Rûsî, wê di demeke nêzîk de hemû deverên kurdî vegerin bin kontrola hikûmeta Sûriyê, ew jî bi rêkeftin ligel rêveberiya xweser.