Serrûpel Nûçe Erdogan bû serokê Tirkiyê û serokwezîr nema

Erdogan bû serokê Tirkiyê û serokwezîr nema

Belav bike
Îro Receb Teyib Erdogan sond xwar û bû serokê nû yê Tirkiyê. Guhertinên ku li Tirkiyê dibin bêguman bandora wan raste rast li ser rojavayê Kurdistanê çêdibe.

Bi vî awahî êdî dawî li sîstema parlamanî tê û sîstema serokatî li Tirkiyê dest pê dike, êdî hemû destelatdarî dikeve destê serokê wî welatî. Yanî Erdogan hem seroke hem jî serokwezîr e.
Ji bo merasîma sondxwazirê ji gelek welatan berpirs beşdar bûn, yek ji kesên ku hatine dawetkirin, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.
Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, ev yekemîn serdana fermî ya serokwezîrê Kurdistanê ye.