Serrûpel Nûçe Almanya biryara vegerandina penaberan da

Almanya biryara vegerandina penaberan da

Belav bike

Almanya biryar da li ser sînorê xwe bi welatên cîran re kampan ava bike û koçberên ku bi qaçaxî ji welatên derdorê derbasî Almanya dibin, wan li wir heciz bike û piştre wan vegerîne welatên ku jê hatine.

Serokwezîra Almanya û wezîrê navxwe lihev kirin ku ew kamp werrin avakirin, tevî  ku hinek alî li Almanya li dij derdiekvin û dibêjin ew kampên li ser sînor weke zindanê ne û her demê xeter heye ku koçberan werin vegerandin.

Ew kamp wê weke tranzîta balafirxaneyan bin, koçberê ku têde be nabe derbasî nava axa Almanya bibe, piştî ku teqîq pêre were kirin, dema ku li cihekî din pençemora wî hatine girtin, û pêwîst hate dîtin wî koçberî vegerînin welatê ku jê hatiye.

Koçber wê nikaribe ji nava wan kampên sînor derkeve û bi kêfa xwe hereket bike.