Serrûpel Nûçe Diya Murad Ciwan wefat kir

Diya Murad Ciwan wefat kir

Belav bike

Diya nivîskar Murad Ciwan wefat kir.

Murad Ciwan li ser rûpela xwe ya Facebookê xebera wefata diya xwe belav kir.

“Dayika me ya xweşdivê ya emekdar û dilbikul ji nav me barkir ebediyetê. Em xemgîn in ciyê dê û bavan nayê dagirtin.

Di Cejna Remezana derbasbuyî de min û wê me li İstanbulê çend roj bi hev re derbaskirin. Meger me malavayiya dawî li hev kiribû.”

Bila serê Murad Ciwan û malbata wî sax be, cihê wê cinet be.