Hevserokê berê yê PYD Salih Mislim di Twittekê de red kir ku wî û rawêjkara serokê Sûriyê, Buseyne Şaban hev dîtibin.
Salih Mislim got, eger hevdîtin hatibe kirin jî ew venaşêrin û ewê ji raya giştî re eşkere bikin.
Hinek malperên internetê û çalakvanên Kurd nivîsandibûn ku li Tebqa, di dema kongreya Sûrya Demokratîk de, hevdîtineke dizî di navbera Salih Mislim û Buseyne Şaban de çêbûye.
Salin Mislim berî niha gotibû ku hikûmeta Sûriyê ji bo diyalogê ne amade û ne cidîye jî.