Serrûpel Nûçe Asayîşa Rojava nav û logoya xwe guhert

Asayîşa Rojava nav û logoya xwe guhert

Belav bike

Asayîşa rojavayê Kurdistanê nav û logoya xwe guhert.

Berê navê wê Asayîşa Rojava bû, niha navê xwe guhert û kir Hêzên Asayîşa Navxweyî. (Qiwa El Emin El Daxilî).

Asayîşê nav û û logoya xwe ya nû daniye dergehên bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê û li ser seytereyan bi cî kirine.

Asayîşê roja 4 vê mehê li Tebqa konferansa xwe li dar xist û û di daxuyaniyekê de ragihand ku ewê navê xwe biguhere û bike Hêzên Asayîşa Navxweşî.

Heta niha asayêşî bi awayekî fermî sedema guhertina nav û logoya xwe eşkere nekiriye, lê endamê desteya têkiliyên PYDê li Bşaûrê Kurdistanê Alan Silîvî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku tu guhertin li ser rûyê erdê di navê Asayişa Rojavayê Krudistanê de nehatiye kirin.