Serrûpel Nûçe Ev melayê Kurd yê DAIŞî li pişt êrîşa li dijî avahiya parêzgeha...

Ev melayê Kurd yê DAIŞî li pişt êrîşa li dijî avahiya parêzgeha Hewlêrê ye

Belav bike

Navê wî Mele Îsmaîl Soseyî ye. Melayekî Kurde li Hewlêrê. Berî çend rojan ew ji aliyê asayîşê hatiye girtin.

Rojnameya Bas dinivisîne ku ev mele li pişt êrîşa li hemberî avahiya parêzgeha Hewlêrê ye. Ew 3 terorîstên ku êrîşî avahiyê kiribûn û piştre hatibûne kuştin, endamên grûpa vî melayî bûn.

Ew terosît kî bûn:

DezgehaLi dijî terorê ya Kurdistanê nasnameya terorîstan belav kir:

Rehîl Mihemed Rustem Musa (16 sal)

Bîlal Silêman Ebdulrehman (18 sal)

Ebdulrehman Rehîm Qadir Hisên (16 sal)

Her sê jî xelkê Hewlêrê ne û li taxa Qelatî Nû cîwar in.

Kesên wan nas dikin dibêjin, ew ji mizgeftê dernediketin û li ber destê Mele Îsmaîl perwerde dibûn.

Dr. Tariq Nûrî birêvebirê asayîşa Hewlêrê ji bo rojnameya BAS got: Her sê terorîstên ku hatine kuştin, ser bi Mele Îsmaîl Sûseyî ve bûn, ew mele berî 2 hefteyan ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin.

Mele Îsmaîl li ber dadgehê got ku ew Daiş rêberê xwe dibîne û di bin emrê DAIŞ de kar dikir.