Çalakvana mafê penaberan Nûjîn Mistefa li Hewlêrê serdana parlamana Kurdistanê kir û ji aliyê serokê Firakisyona PDK Omîd Xoşnav, Dilşad Şaban û parlamenterên din ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de behsa rewşa penaberên li başûrê Kurdistanê û bi taybetî koçberên rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Îro Nûjîn Mistefa ligel nûnerên Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê dicive û li ser penaberên Sûriyê û rojavayê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê diaxifin.
Nûjîn herwiha seroka Weqfa Nûjîne ji bo koçberan li Almanya.