Konferansa Mosko !
Doh li Mosko konferansa Kurdên Diasporayê he bû.gelek kes ji welatên cuda û ji Kurdistanê beşdar bûn. Di konferasê de fikr û ramanên cuda hebû. Bi ya min îroj çi rêxistinê siyasî çi jî yên civakî-kulturî di qonaxeke seknê dene (duraklama dönemî) ev protses ji 1995 dest pê kir û giha rewşa nuha. Her weha em dikarin bêjin tevgera Kurd nuha ji hundirde hatîye zeftkirin. Tenê li başûr ne KDP bes Barzanîyan (ji bo çi ne KDP ji ber Barzanî stûn û siwana KDP ye ). Ji ber struktura Barzanîyan a civakî, dînî û hiyareşîk rê li ber digre ji hundurde bêne zeftkiirin. Ji ber wê di vî 100 salê dawî de dujmin nikare Barzanîyan bişkîne. Ev ji Kurda re şansek mezine. Lê bi tevayî ev rewşa kurda bi reforma û kosmetîk guhertina çê nabe, kurd hewceyî guhertinek asasîne, Kurd hewceyî mirovên nuhe, ku li gor guhertinê navnetewî û transformasyona civakî, aborî, kultûrî û dinî ku li Kurdidtanê çêbýe tevbigere. heta Kurd bi hundirê xwere muhasebe nebin wê nikaribin muhasebê bi dujminê xweyî dervere bikin.Lê weha diyare kêm Kurd amadene tiliya xwe dayne ser birînê, Kurd nuha, ji yekîtîyê bêhtir, muhtacî ji hev cudabûnêne ( terefên millî û ne millî) ji ber milletê Kurd ji vê rewşa heye betilî û taqeta wî nema vê rewşa heye tehemul bike wek gotinek pêşya a Kurda dibên ” şujina di çavê xwede nabîne,derzîya di çavê xelkê de dibîne”. Bi Kurt kurmancî Kurd muhtacî perestroyka û Glasnostin. (Ekrem Onen)