Serkirdeyê girtî yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S), Ebdulrehman Apo ku ji aliyê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a Efrînê ve hatibû girtin, bo girtîgeha Elaya ya Qamişlo hatiye veguhastin û li wê girtîgehê bi endamên malbata xwe re hevdîtin kiriye.
Malbata serkirdeyê girtî yê PDK-Sê, Ebdulrehman Apo serdana wî li zindana Elaya ya bajarê Qamişlo kir.
Çavkaniyeke taybet ji PDK-Sê li bajarê Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku roja pênçşembiya bihorî Ebdulrehman Apo ji zindanê pêwendiya telefonî bi malbata xwe re kiribû.
Li gorî heman çavkaniyê, roja Duşembiyê 7ê Tebaxa 2018an jî xêzana Ebdulrehman Apo û kurê wî li zîndana Elaya ya Qamîşlo serdana wî kirine.
Ebdulrehman Apo, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ye û roja 12ê Tîrmeha 2017an ji aliyê Asayişa Efrînê ve hatibû girtin.