Serrûpel Nûçe Osman Ocalan: Tu hêviyek têde tune ye

Osman Ocalan: Tu hêviyek têde tune ye

Belav bike

Siyasetmedarekî Bakûrî dibêje, vê gavê ti hêviyek nîne ku “pêvajoya aşitiyê” dîsa li Bakûrê Kurdistanê dest pê bike.

Siyasetmedarê Bakûrî û birayê rêberê girtî yê PKKê, Osman Ocalan li ser rewşa Bakûr û Tirkiyê ji BasNewsê re got, vê gavê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ti hêviyek bo dîsa destpêkirina qonaxa aşitiyê nîne.

Osman Ocalan her wiha got, ji ber ku ti aliyek bo vê yekê amade nîne. Bi giştî li Tirkiyê tiştek bi navê aşitiyê di rojevê de nîne. Jixwe piştî hilbijartinên vê dawiyê yên Tirkiyê, dewletê ti hêviyek nedaye kurdan bo çareserkirina pirsgirêka kurd. Berovajî vê yekê, dewlet zêdetir tekestiyê li ser bikaranîna hêz û zorê dike.

Bi nêrîna wî siyasetmedarê Bakûrî, aşitî û çareserî vê gavê di bername û siyaseta AKPê de nîne.

Osman Ocalan anî ziman ku divê kurd zêdetir berê xwe bide derve û bi bala cîhanê bikşîne ser xwe da ku bi wê rêyê hewla çareserkirina pirsgirêkên xwe bide.

Ocalan şîret jî li hêzên kurdî kir û got, kurd şerxwaz nînin. Yên ku dixwazin kurdan bixin nav şer qesta wan ew e kurdan lawaz bikin. Ji ber wê jî divê kurd li şûna şer, alaya aşitiyê bilind bikin. Basnews