Dahênan ew zarave ye yê ji bo berhemekî tê bikaranîn ku berî wê demê ew berhem nebû, karên hunerî jî pişkeke giring in jê.
Ger em stranê bikin mînak, stranên fulklûrî jî her dahênana kesekî yan zêdetir in, lê bi bûrîna demê û nedîkomêntkirina stranê û xwedanên stranê, dibe fulklûrê wê deverê.
Lê ger stran ya kesekî be û hatibe gotin û tomarkirin û dîkomêntkirin, wê demê dê bibêjîn; filan stran ya filan kesî ye, anku evî kesî dahênanek kirîye! Û erkekê exlaqî ye em mirov ked û zehmeta dahênerî berçav bikin, ji ber ku dahênan bi hêsanî çênabe, dahêner gelek ji hizir, dem, karîn û eşqa xwe didetê..
Strana Nesrînê a ku Berdan Mardînîyê stranbêj û pêşkêşkarê kenaleke turkî, li naverasta îsal 2018-ê du parçe jê gotine û di nav kilîpê de nivîsandîye; Peyv û Awaz: Nediyar û bi dabeşkirina mûzîkeke tam erebî Arebêsk û hêjayî gotinê ye parçeya duyê şaş jî dibêje (Hûn dikarin li jêr a dirist û a şaş bixwînin û temaşe jî bikin).
Evca ev stran bi diristî a kê ye? Nesrînê a kê ye? Ev stran ya hunermendê mezin yê Kurd Ciwan Hacoyî ye, helbest a xûşka wî Dilber Hacoyê ye û ji awazên Ciwan Hacoyî ye û li sala 1970-1972 strandîye û weşandîye, û her ev stran di elboma xwe ya nû Felekê da ku li 24-5-2018-ê belav kirîye, gotîye ve. Ez dixwazim bibêjim;
Gelek stranbêjên dî jî ev strane gotîye, lê li ser nivîsandîye; Peyv û Awaz gelerî yan nediyar (Ger xweşmirovekî amaje pê dabe ku a Ciwan Hacoyî ye min nedîtîye)…
Erê ma ne yek ji erkên hunerî û exlaqî yên stranbêjî ewe berî stranê belav biket baş bişopînît û dûvçûnê jêra biket da mafên dahênerî winda neke? Yan ger yê şaş be, ma ne pêdivî ye bi fermî daxwaza lêbûrînê ji xwedîyê stranê bike?
Ez behsa sazîyên hikûmetê ên mafên parastina dahênanan nakim, lê em wek guhdar ma ne baştir e hind sade û serveserve nebin, hema me çi dît û guh lê bû, bêy lêgeryan û dûvçûn bawer bikin? Spas.
=====
Te ez kuştim
Te ez kuştim nesrînê
Dilê min dixwazê te bibînê
Kulîlka sor û şînê
Te ez pîr kirim lê dînê
Çavreşê, çavreşê dil geşê
Rû wek stêrka bineqşê
Por ji rengê şevreşê
Li ber mala me dimeşê
Binêre, li evîna min û xwe binêre
Buha ye wek zîv û zêr e
Me av da bi rondikên çava
Me pêda dil û can pêra
……..
Lînkê Nesrînê a kevin
www.youtube.com/
Lînkê Nesrînê a nû
www.youtube.com/
Berdan wisa dibêje:
Te ez kuştim
Te ez kuştim nesrînê
Dilê min dixwazê te bibînê
Kulîlka sor û şînê
Te ez pîr kirim lê dînê
Çavreşê, çavreşê dilgeşê
Rû wek stêrka binexşê
Roj rengê çavreşê
Di ber mala me dimeşê
Lînkê vîdyoya Berdanî
www.youtube.com/