Kîye ewê rijêma Îranê biparêze li ber têkwerdanê! Tevayî destnîşanan tekez dikin ku sezayin Emerîka li dijî Îranê dê kirîza bêhn girtina aborî encamp bide li ser asta desthilatdarî û gelêrî jî. Dema ku daketina nirxa perê Îranê bandora xwe bi şêwakî ne erênî avête ser jiyana xelkê, û bû têvedana xelkê ber bi xwepêşandanin gelêrî di bin daxwaza ji rijêmê idî bese destêwerdana herêmî, nemaze li Sûrî û Îraq û Lubnan û Yemenê ya ku bi sedan milyar dolar lê hatine xerckirin û ji parî devê xelkê û asta jiyana wan hatîye birrîn, û dahatiyên petrola Îranê ya ku wê dakevê asteke nizim li dû cîbicîkirina sezayên li 6/8/2018 û yên li dû bên wê li dû xwe bêtareke rasteqîne bavêje ser jiyana gelê Îranê û jîndarîya wan, û wê asta xizanî bilind bike bi zêdebûna bêkarî re ku dighê %25 li gor şirovekaran, lomajî, wê gelê Îranê mecbûr bibe xwedî li mafên xwe yên ji dest çûyî derkeve, ewên çûne ji ber destêwerdanin rêjîmê di kar û barin dewletin herêmê de û aborîya xwe xistîye ber piştgêrîya rêxistina milîs û komelin terrorist di herêmê de li hêlekê, û lê hêlekê ji şerê xweyî aşkere li dijî Emerîka û Îsrayîl ku kirîye qapaxek di cîhana Îslamî de bo şerê sazumanin SINÎ bike bi nave Îslamê! Bê guman ew hevbendîya Rûsya û Îranê li ser asta kirîza Sûrî dibe ku piştek be li gor rijîma Îranê, her weha firotana petrolê bi nirxekî erzan bo dewletin rojhilata Asya, û dahatîyên bazirganîya qaçax ya efyonê ji Evxanistanê bo Ewropa û başûrê Emerîka bi xwe dibîne îpekî mezin bi livandina mafya yên navdewletî bo bidestxistina diravin ne rewa nemaze ew komelin li bin destê (Hizbulahê Lubnanî) kar dikin li ser asta cîhanî û kompanîyên di bin navin cûr bi cûre de.. lê ev bi tevahî jî bawer nakim wê rijîma melan li Tehranê xilas bike di demekê de ku kolana Îranê bercewendiyên xwe dane ber çavan bi dawîya rijêma mafyewî re. Rêjîma Îranê ti derfet nehîştina ji sazumana navdewletî re ku bibe navçîkarek di navbera wî û yên ji lîstikin wî bi ewleyî û aramîyên wan gilî dikin di herêmê de. Û ti derfet nehîştine ku wî ji girêneka ku ewî çêkiribû ji hinan re û ew bi xwe tê wer dibe, û ti bawerî jî ji raghandinin û sîyasetin xwe re li herêmê nehîştîye ku bibe “Palpişt” pişta xwe bide ji ber destêwerdanin pîs û wêrane di kar û barin xelkên herêmê de.. Bê terazî rêjîma Tehranê berxwe dide bi bê encam li rarûyê torebûna gel û daketina ser kolanan ku dibêje ” Bese “. Nêzikî 40 salîye ji desthilatdarîyê – bi kêmanî- gelê Îranê êşê dikşîne di bin setemkarî li ser wî ji ber destberdana rêjîmê ji bercewendî û çonetîya jiyana wî ya li ser kenarin têkçûnê re ye. Tevlî xizanî û bêkarî hînbûna hişbirê belav bûye di nav xort û keçan de ewa ku ji nan jî bîtir belav bûye da ku bi pêwistîyên jiyanê de mojûl nebin û ji giringîyan bi dûr kevin da ku li rarûyê rêjîmê nebin, em dibînin rikber têne sezakirin bi darvekirinê bê dadwerî, lê yên keresteyên hişbirinê belav dikin di nav rêzên genkan de têne parastin ji hêla ( pasewanin şoreşê û Feyleqa Qudsê ) de û naghên cîyê berpirsîyê!! Rijêma Îranê gihîştîye şûnekî ku bi tenê nikanê jê derkevê.. nêziktirîn jê re û destekin wî di herêmê de ewjî ketine rewşa bi dûrketina gelêrî û bêhntengîya darayî piştî ben li istîyê Îranê hate rakşandin ji derva de û hinder teqîya bi rû de daxwaz jê destberdana ji desthilatdarî û guhpêdan ji hinder û cîhanê di rewşa wê de bihêle.. û dest ji alîkarîya milîs û komelin terêrê berde ewên li ser nan û pêwistîyên jiyana gelê Îranê dijîn.. Ma qey derge mane ji bo vegera rêjîma Îranê ser hişên xwe û daxwazin xelkê li kolanan ban dikin ( bimre dictator – berdin Sûrî û Lubnanê em dimrin ji bo Îranê… ) cîbicî bike? Bê dudil bawer dikim ku desthilatdarin Tehranê daxwazin gel bidne ber çavan û xwe ji şert û mercin Waşuntonê re daxin bo vekirina dorpêçî û rakirina sezayan, tê wê wateya barkirina rijêma melan, û ev ne cîyê bûyînê ye, ji ber dîrokê daye sepandin ku dictator bi xwe ji ser desthilatdarîyê bar nakin dibe bête roxandin, lê desthilatdarî li Îranê naye roxandin û pî û baskin wî nayêne birrîn eger ne ji hindirda be ji ber gelek sedemin mijarder, û ji bo ev yek rû bide daxwaz ji civaka navdewletî û di serî de Emerîka dibe ku palpişbin ji tevgera gelêrî re û wê biparêzin ji binpêkirin û kuştinê di dema li rarûya amêreyên wêrankerê rijêmê bin, û gel bê palpişt nehêlin li rarûyê keresteyin mirinê yên ku wê ( hêzin pasewanin şoreşê û Feyleq El-Qudis ) wê bi kar bînin tevlî komelin veşartî di bin navê amêreyin istixbaratan de (Itilaat) ya ku serpereştîya bûyerin niximtî dikin li hinder û derva.. tê wateya ku ev hêz xelkê serî hildayî di ewlehîyê de nahêlin, wê bi şêwakî hovane û bi keresteyin binpêkirinê li rarûyê gel werin eger xelk di nav lepên wan de bête berdan wekî ku li xelkê Sûrî hat dema bê palpiş ma. Di encama ber çavan de ku Emerîka ji biryara dorpêçê û sezayan venegerê li gel piştgêrîya xwe ji gelê Îranî re bê dudil li hindir wê rijêm neçar bimîne û xwe radest bike ” yan ji guvaşin hinder re yan jî ji ya derva re ” û wê rêjîma melan kesî li kêlek xwe nebîne ku wî ji têkwerdanê biparêze!