Serrûpel Nûçe Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 8 milyon dolar li ser zarokan de belav...

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 8 milyon dolar li ser zarokan de belav dike

Belav bike

Li Hola Pêşewa ya Hewlêrê bi amadebûna Konsulê Îmarat û aliyên peywendîdar ên ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî projeya dabeşkirina 8 milyon dolar weke alîkariyê bi ser zêdetirî 10 hezar zarokên bajarên Başûrê Kurdistanê ragihand.

 

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Musa Ehmed beşdarî bultena nûçeyan a Tora Medyayî ya Rûdawê bû û li ser mekanîzmaya dabeşkirina alîkariyan ragihand: “Ev proje ji sala 2009an ve dest pê kiriye, bi hevbeşiya li gel me û Heyva Sor a Îmaratê, proje heta niha berdewam e. Îro zêdetirî 8 milyon û 302 hezar dolar bi ser 10 hezar û 738 zarokan de dê werin dabeşkirin.”

 

Musa Ehmed diyar kir: “Me hewl da ku wê projeyê berfirehtir bikin, di sala 2011an de bi amadebûna Serokê Borda Damezrînerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Cenabê Kak Mesrûr Barzanî, li gel kompaniyên Herêma Kurdistanê me civîneke berfireh pêk anî, ji wê jî hejmareke din a zarokan ji aliyê rêveber û xwediyên kompaniyan ve sûdemend bûn.”

 

Li gor gotina Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Musa Ehmed hejmara zarokên ku ji aliyê wan ve hatine tomarkirin, digihîje 21 hezar zarok ku ji projeyên Heyva Sor a Îmaratê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Kompaniyên Herêma Kurdistanê, Heyva Sor a Kuweytê û carekê jî welatê Erebistana Siûdî sûdemend bûne, bi dirêjahiya wê demê jî 37 milyar dînar bi ser wan ezîzan de hatine dabeşkirin.”

 

Derbarê wan zarokên ku alîkarî bi ser wan de têne dabeşkirin, Musa Ehmed dibêje: “Ew zarok, zarokên ku ji ber karesatan dê û bavên xwe winda kirine ne. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çawa bûye sîwanek ji bo hemû kesên ku pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkarî heye, hewl dide ku bibe malek ji her aliyan ve û pêwîstiyên wan ên jiyanê werin dabînkirin, bi taybetî jî bi dana mûçeyên mehane.”

 

Musa Ehmed herwiha dibêje: “Di rojên bê de li hemû parêzgehên Kurdistanê, li Helebceya Şehîd, Silêmanî, Germiyan, Kerkûk, Duhok û Hewlêrê pêvajo dê birêve biçe û di vê pêvajoyê de 10 hezar û 738 zarokên ezîz sûdemend bibin.” Rûdaw