Serrûpel Nûçe Keça Kurd Eşwaq li Almanya Daişê ku tewacizî wê kiribû dibîne (vîdyo...

Keça Kurd Eşwaq li Almanya Daişê ku tewacizî wê kiribû dibîne (vîdyo – foto)

Belav bike

Eşwaq Hecî Hemîd, keçeke Kurd ya Êzdî ye. 19 salî ye. 3 salan di destê Daişê de dimîne, wê di nava xwe de dikirin û difroşin, îşkence dikin, tecawizî wê dikin, çi tiştê xerab heye pê dikin.

Piştî ku ji destê Daiş rizgar dibe, sala 2015 diçe Almanya, cem malbata xwe, li weyaleta Baden Wuttemberg, li wir dema li li bajêr digere, li Daişê ku ew kirîbû û bi zorê tecawizî kê kiribû (Abu Humam) dibîne. Şok dibe. Abu Humam dibêje: Eşwaqî, ew dibêje na, Abu Humam îsrar dike: Tu Eşwaqî, te nas dikim, zanim tu sala 2015 hatiye, vir navnîşana te nas dikim her tiştî li ser te zanim…

Ew her dibêje na ne Eşwaq im.

Polîsan agahdar dike, lê polîs dibêjin em nikarin tiştekî bikin, ew jî weke te penaber e. Numreyeke telefonê didin Eşwaq, dibêjin eger tiştekî xerab kir, me agahdar bike.

Eşwaq, ji tirsa careke din vedigere başûrê Kurdistanê.

Daişê di sala 2014 de, meha Tebaxê tevî 70 jin û keçên Êzdî ew li Şengalê revandibûn.

Destpêkê ew biribûn, Şedadê li Sûriyê (parêzgeha Hesekê), piştre biribûn bajarê Beac li Musulê. Li wir Eşwaq firotibûn kesekî ji Bexdayê bi navê Mihemed R. (Abu Humam).

Rayedarên Alman jî dibêjin ji ber ku Eşwaq ne li Almanya ye, ew nikarin dozê bişopînin.