Serrûpel Nûçe Şanda Emerîkî li Kobanî çi dike?

Şanda Emerîkî li Kobanî çi dike?

Belav bike

Şandeke Amerîkî serdana Kobanî kir û alîkarî ji nexweşxaneya leşkerî re pêşkêş kir û bi berpirsên deverê re civiya.

Şanda Amerîkî bi serokatiya şêwirmendê wezareta derve û balyozê berê yê Amerîka li Behreyn, Wîliyam Rûbak, ligel çend berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî li bajarê Kobanî, bi hevserokê kantona Kobanî Enwer Mislim re civiya.

Şêwirmendê wezareta derve ya Amerîka daxuyakirin, ku alîkariyên pizîşkî yên vê carê gava destpêkê ye û di dema bê de, wê alîkariyên zêdetir ji birîndarên Hêzên Sûriya Demokratîk re bêne pêşkêşkirin.

Wîliyam Rûbak eşkere kir, ku wê hêzên wan, heya jinavbirina DAIŞê bi temamî li nav Sûriyê û bi taybetî li bakurê Sûriyê bimînin. (foto: Berçav Fm)