Serrûpel Nûçe Hesen Nesrellah bang li Kurdên Sûriyê kir: Wê Emerîka derkeve û we...

Hesen Nesrellah bang li Kurdên Sûriyê kir: Wê Emerîka derkeve û we bifroşe Tirkiyê

Belav bike

Emîndarê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrellah dibêje, Kurdên Sûriyê karekî baş dikin ku bi Şamê re didin û distînin.

Nesrullah duh di axaftineke vîdyoyî ragihand, bila Kurd pişta xwe bi Emerîka germ nekin, wê Emerîka Kurdan bifroşe, lê ew nizane wê bifroşe kê.

Got: Hûn nizanin Emerîka wê kengî ji rojhilatê Feratê vekişe. Kurdno! Hûn nizanin kengî wê Emerîka we bifroşe. Xwedê dizane wê we bifroşe kê. Wê we bifroşe Tirkiyê, Rûsya..!”