Serrûpel Nûçe Çekdarên “Ehfad El Resûl” li Efrînê wê Kurdekî şerjê bikin – Vîdyo

Çekdarên “Ehfad El Resûl” li Efrînê wê Kurdekî şerjê bikin – Vîdyo

Belav bike

Çekdarên Ehfad El Resûl li Efrîn li bajarokê Badîna li nahiya Reco, berî
mehekê welatiyê Kurd bi navê Xesan Imer Fewzî yê 50 salî, ji mala wî
girtinbûn û dest danîbûn ser hemû milk û malê wî û mala wî talan
kiribûn.

Îro wan çekdaran vîdyoya wî belav kirin. Têde ji malbata wî fîdye
dixwazin û dibêjin eger ew fîdye nedin, wê wî şerjê bikin.

Di vîdyo de kêrek di destê çekdaran de ye, rûyê wî bi desmalekê girêdane
û bi erebî wî tehdîd dikin û dibêjin sibe tu têyî tesfiyekirin.