Endamê konseya serokatiya PKK Mustafa Karasu diyar dike ku tirsa wê heye Rûsya û Tirkiyê ji bo operasyona Idlibê, li dijî YPGê li hev bikin!
Karasu ji rojnameyeke nêzîkî PKK re nivîsand ku got, Tirkiye niha li Idlibê tengav bûye. Hikûmeta Tirkiyê pêşniyara rêkeftinê li Rûsya kiriye.
Karasu her wiha gotiye, ew herêmên ku Tirkiye dixwaze bikeve bin kontrola wê, herêmên ku koçberên Efrînî lê bicîh bûne û di destê YPGê de ne û ne dûre ku Rûsya qebûl bike û Emerîka jî bêdeng bimîne.