Serrûpel Nûçe Hûn Şemamokê nas dikin? (FOTO)

Hûn Şemamokê nas dikin? (FOTO)

Belav bike

Şemamok, bi naverokeke têr û tijî hefteya pêş me li bazara Berlînê ye !!!

Di hejmara 27ê ya îlonê de me cîh da hevpeyvîna Rewşan Çelîkerê ku ji bilî derûnînas û lîstikvanîya xwe, demên dawî bi stranbêjîya xwe derketîye pêş ku vexwendîya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bû. Herweha lîstikvanên efrînî, du xortên jêhatî Hesen Kello û Jwan Abdo jî derîyên dilên xwe ji bo kovara ma vekirin. Wênesaza Dêrsimî Aynur Güngör û nivîskar Firaz Baranê Mereşî ku xwedîyê heft pirtûkan e, ji Şemamokê re axivîn. Ji bilî geşedanên meha tebaxê yên li Berlînê qewimî, nivîskarên kurd Krîstîn Ozbey û Esra Bogayê jî rûpelên me yên qerf û henekan dagirtin. Û gelek mijarên surprîz yên din…!!!