Li bajarê Rimêlanê Hêzên Asayişê mala serkirdeyekî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriye dorpêç kirin û 2 endamên wê Partiyê girtin.
ENKS di daxuyaniyekê de ragihand dema ku hinek endamên Partiya Yekîtî seradana mala serkirdeyê Yekîtî Ferhan Merîî li kirin, ji bo li tendurustiya wî pirs bikin, ji ber ku ew hatibû emeliyatkirin, di wê demê de asayîşê mala Merîî dorpêç kirin û her du berpirsên wê Partiyê Salih Merîî û Erefat Ebdo girtin û ji bo cihekî nediyar birin.
ENKS wê êrîşê weke karekî terorî bi nav dike û dixe stûyê PYD û ji PYD daxwaz dike ku dev ji wan kiryarên xwe berde.