Serrûpel Nûçe Ekrem Onen: Amerîka û Rûsya li ser otonomiya Kurdan li hev kirin

Ekrem Onen: Amerîka û Rûsya li ser otonomiya Kurdan li hev kirin

Belav bike

Pisporê siyasî û lêkolînerê Kurd Ekrem Onen di derbarê krîza Sûriyê, rewşa Idlibê, çarenivîsa navçeyên Kurdî, hevdîtinên Şam û MSDê, helwest û biryarên Amerîka û Rûsya yên li ser Sûriyê ji BasNewsê re axivî. Ekrem Onen dibêje bişer be an bê şer be Idlbi dê bikeve bin kontrola rejîma Sûriyê û diyar dike piştî Idlibê dor tê Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezazê û Tirkiye neçar e ku ji van herêman jî derkeve. Onen eşkere dike ku Rûsya û Amerîkayê li ser otonomiyeke çandî, kulturî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hev kirine û ev mafên Kurdan dê di destûra Sûriyê de jî werin misogerkirin. Herwiha radigihîne ku eger hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê xwedî helwesteke netewî û yekgirtî bin, dibe ev otonomî ji mafên çandî zêdetir be.

Tirkiye ketiye nav rewşeke gelek zehmet

Di destpêkê de em civîna duh a li Tehranê (07.09.2018) ku Putin, Erdogan û Rûhanî li gel ekîbên xwe li dor maseyekê bo çareserkirina rewşa Ildibê kom bûbûn û ji aliyê gelek derdoran ve weke ‘dîrokî’ dihat binavkirin, ji pisporê siyasî û lêkolînerê Kurd Ekrem Onen dipirsin.

Onen dibeje ti encamek ji vê lûtkeyê derneket û weke berdewama civînên Astanaû Soçî, weke hevdîtineke rûtîn pêk hat û balê dikşîne ser xalekê û wiha pê de diçe; “Herkes li bendê bû ku ev civîn a proseya Astana û Soçî ya dawîn bûya û dihat gotin ku êdî ev her sê alî nikarin vê proseyê bimeşînin, lê ev alî diyar e wê berdewam bikin. Xal a din jî ew bû ku ka dê şer li Idlibê çêbibe an, dihat gotin dê Tirkiye Rûsyayê qaneh bike ku şer derkeneve. Lê ev jî rast derneket; ji ber ku Tirkiyê dixwast di deklerasyona civînê de banga agirbestê jî cih bigire lê Putin diyar kir ku ew nikarin li ser navê ti kesî bipeyîvin, di vir de nakokî xwe dide der; Rûsya dixwaze êdî rewşa Idlibê çareser bibe lê Tirkiye jî dem dixwaze. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye nav rewşeke gelek zehmet. Tirkiyê jî fêm kiriye ku Rûsya êdî qebûl nake û Putin jî bi zelalî got ku hikûmeta Sûriyê ji sedî 90 ê xaka xwe kontrol dike û divê êdî Idlib jî çareser bibe û bikeve bin kontrola rejîmê.”

“Li ber Îran û Tirkiyê jibilî Rûsyayê rêyek din nemaye”

Lêkolînerê Kurd dibêje ev rewş heyî ne li gor hesab û berjewendiyên Tirkiyê ye û radigihîne; “Helbet ev rewş nayê hesabê Tirkiyê, têkiliya Tirkiyê li wê deverê bi rêxistinên mîna El Nûsra û Ehrar el Şamê re heye ku ev weke rêxistinên terorîst tên dîtin. Heta berî du hefteyan jî Tirkiye hin ji wan rêxistinan terorîst nedidît û li ser zexta Rûsyayê Nûsra û Ehrar el Şam xist lîsta terorê. Lê êdî Rûsya bi vê jî razî nabe û dixwaze rewşa Idlibê çareser bibe û bikeve bin kontrola hikûmeta Sûriyê. Ji ber wê yekê ji civîna Tehranê jî tiştek nû derneket. Weke civîneke rûtîn pêk hat. Lê ev heye ku ev her sê alî zû bi zû ji hev naqetin ji ber ku di destê Tirkiye û Îranê de tenê proseya Astana maye û ev herdu dewlet mecbûr in tiştên ku Rûsya dibeje qebûl bikin. Ne bi dilê wan jî be riyek din li ber wan nîn e. Meseleya Idlibê jî hêdî hêdî dê çareser bibe.”

“Tirkiyê têkiliya xwe ya bi grûpên terorîst re îtîraf kir”

Tirkiye li ser rewşa Idlibê dem dixwaze ji Rûsyayê û dibêje ew ê grûpên terorîst û grûpên din ên nerm ên opozîsyonê ji hev veqetîne û Ekrem Onen di derbarê van hewldanan de jî wiha dibêje; “Di civînê de Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ku ew ê mihawele bikin ku grûpên terorîst û opozîsyona din a Sûriyê ji hev veqetînin û ew grûpên ku li ser Tartûs û Hmeymimê metirsî pêk tînin ji wan herêman rakin û hêzên din ên opozîsyonê bînin wan deveran. Erdogan bi van gotinan li xwe mikûr hat ku têkiliya wan li gel wan komên terorîst heye. Yanî çima Îran an Rûsya nikare wî karî bike û Tirkiye dikare komên terorîst û yên din ji hev veqetîne? Ev bi xwe îtîraf a Tirkiyê ye. Heyamekê bi piştevaniya hevpeymana welatên rojava ew komên terorîst ji aliyê Tirkiyêvedihatin perwerdekirin û piştî ku ew û welatên rojava li hev ketin xwe da aliyê din û vê rastiyê amerîkî jî û rûsî jî dizanin. Ji bo wê Tirkiye nizane ka dê çi ji van grûpan bike û dibêje ‘eger ev ji Idlibê derkevin ew ê bi ser me de werin’. Tirkiye ketiye rewşeke gelek zehmet. Dike nake nizane ka dê çawa ji vê rewşa heyî derkeve. Ji ber wê yekê hindî ku jê bê ew ê hewl bide operasyona Idlibê bide sekinandin an jî bide taloqkirin heta ku rûdanek din çêdibe. Lê li Idlibê tenê rêyek maye; ew jî divê ew komên terorîst ên weke El Nûsra, Ehrar el Şam, Eniya Tirkistan û hwd.  çekên xwe danin û ji wê deverê derkevin. Opozîsyona din a Sûriyê jî bikeve nav prosesa siyasî. Tirkiye niha li bendê ye ku ew kom bi xwe li hev bikevin, her grûpek ji wan dixwaze deverek wê hebe. Rûsya jî dixwaze metirsiya li ser binkeyên xwe ya li wê deverê jinav bibe û hikûmeta Sûriyê jî dixwaze Idlibê jî kontrol bike. Yanî bi şer be an bê şer be Idlib dê bikeve bin kontrola rejîma Sûriyê.”

“Trump û Putin li Helsinkiyê li hev kirin”

Roja 16ê Tîrmeha borî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê civînek pêk anîn û Ekrem Onen jî balê dikşîne ser vê civîna herdu serokên zilhêzên cîhanê û dibêje Putin û Trump di vê civînê de li ser 2 xalan li hev kirin. Onen axaftina xwe wiha berdewam dike; “Ji 2015an ve lihevkirinek di navbera Rûsya û Amerîka de heye di derbarê Sûriyê de. Di civîna li Tehranê jî Rûhanî û Erdogan gelek êrişî Amerîka kirin, lê Putin di derbarê Amerîka de tenê gotinek jî nekir. Mesela Idlibê jî di nav de ev rûdanên li Sûriyê pêk tên encamên civîna Trump û Putin a Helsinkiyê ne. Trump û Putin di wê civînê de li hev kirin. Trump tim dibêje civîna li gel Putin serkeftî bû, ev peyamek e. Amerîka û Rûsyayê li ser du xalên esasî li hev kirine; Xala yekem; Ewlekariya Îsraîlê û xala duyem jî kêmkirina bandora Îranê ya li Sûriyê. Helbet ev ne karê rojekê ye, lê eger bê bibîrxistin ew komên ku niha li Idlibê ne piranî ji herêmên ser sînorê Îsaraîlê hatine derxistin û li Idlibê hatin bicihkirin. Bi danûstandinên li gel Îsraîl û Ûrdinê ew komên tundrew ên li ser sînorên herdu welatan hemû bo Idlibê hatin veguhastin. Herçiqas civîna Helsinkî ji aliyê hin derdorên amerîkî ve bê rexnekirin jî di wê civînê de herdu aliyan rêkeftinek pêkanîn.”

“Tirkiye û Îran jî pê hesiyane ku Rûsya û Amerîkayê li hev kiriye”

Çavdêrê siyasî yê Kurd Ekrem Onen ku rûdan û geşedanên li ji nêz ve dişopîne, li ser helwesta Rûsyayê ya di derbarê hebûna Îranê ya li Sûriyê destnîşan dike ku Rûsya jînaxwaze Îran li Sûriyê bimîne û dibêje; “Rûsya jî dixwaze Îran ji Sûriyê derkeve. Gelek balkêş e piştî civîna Helsînkî Îranê li Şamê li gel rejîma Sûriyê di warê leşkerî de rêkeftinek îmze kir. Ji ber ku Îran pê hesiya ku Rûsyayê garantiya kêmkirina nifûza Îranê ya li Sûriyê da Amerîkayê. Îranê ji bo hebûna xwe ya li Sûriyê bike hiqûqî ew tifaq li gel rejîma Sûriyê pêk anî. Encamên wê civînê derdikevin holê.”

“Tirkiye êdî nikare komên terorîst kontrol bike”

Ekrem Onen diyar dike ku hevdîtina Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û rejîma Sûriyê jî encama civîna Helsînkî bû û wiha pê de diçe: “Piştî wê civînê şanda MSDê çû Şamê. Herwiha Tirkiye û Îranê jî ev lihevkirina Rûsya û Amerîkayê dît û ji ber wê yekê ewqas agresîf in û êrişî Amerîkayê dikin. Lê ji ber ku rêyek li ber wan tune ye nikarin helwesta xwe ya li hemberî Rûsyayê tund bikin. Neçar in ku li gel Rûsyayê têkiliyên xwe bimeşînin.” Onen diyar dike ku Tirkiye êdî nikare wan komên terorîst ên li Idlibê kontrol bike û radigihîne; “Rast e têkiliya Tirkiyê li gel wan koman hebû lê êdî nikare wan çekdarên li Idlibê kontrol bike ji ber ku hejmareke zêde ya çekdaran li wî bajarî kom bûne ku destê Siûdî, Qeter, Ewropî û gelek hêzên din tê de heye. Tirkiye êdî nikare van koman hemûyan kontrol bike.”

“Tirkiye mecbûr e ku ji Efrînê derkeve”

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di encama êrişên Tirkiye û çekdarên cîhadîst û ên ku navê opozîsyona Sûriyê li xwe dikin, di 18ê Adara îsal de hat dagirkirin û bi sed hezaran Kurd jî ji ber wan êrişan aware bûbûn. Ekrem Onen di derbaerê rewşa Efrînê de jî dibêje, “Tirkiye ne bi hêza xwe li Efrînê ye. Tirkiyê ji konjoktûra li Sûriyê derfet dît û ket Efrînê. Lê Tirkiye êdî li gor şert û mercên heyî divê ji Efrînê derkeve ku eger rûs û amerîkî li ser encama nîhaî li hev bikin, Tirkiye nikare 24 saetan jî li Efrînê bimîne. Ji ber wê yekê Tirkiye neçar e ku ji Efrîn û Idlibê derkeve. Şerê Sûriyê êdî digihije dawiyê. Cerablûs û El Bab dikevin bin herêma di bin kontrola Amerîkayê de. Lê Rûsya berî Amerîkayê hewl dide û dixwaze ew hêz ji wan deveran jî derkevin û ew herêm bikevin bin kontrola rejîma Sûriyê. Piştî Idlib û Efrînê dor tê El Bab û Cerablûsê.”

“Amerîka û Rûsya ji Tirkiye û Îranê re dibêjin; vegerin hidûdên xwe”

Ekrem Onen dibêje, Rûsya û Amerîka li ser xetên sereke li hev kirine lê li ser şeklê dawîn hîn jî lihevkirinek çênebûye û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe; “Dema ku li ser şeklê dawîn li hev kirin Tirkiye û Îran nikarin li Sûriyê bisekinin. Ji ber wê lihevkirina Amerîka û Rûsyayê ye ku Siûdî, Ûrdin û dewletên din bêdeng in, tenê Tirkiye û Îran ên herî agresîf in ku dizanin ev lihevkirin çêbûye. Tirkiye û Îran li aliyekî weke du hêzên herêmî dixwazin qada kontrol dikin berfireh bikin û li aliyekê di encama geşedanên dawîn de cih li wan teng bûye. Tirkiye û Amerîka dixwazin bi Îran û Tirkiyê bidin fêmkirin û ji wan re dibêjin; vegerin hidûdên xwe û ji Sûriyê derkevin. Ev herdu dewlet jî ji Amerîka Rûsyayê dixwazin ku destwerdan û midaxeleyê di karûbarên wan ên naxweyî de nekin. Lê heta niha li ser vê mijarê van herdu dewletan garantiyek wernegirtine. Rûsya û Amerîka jî ji Îranê re dibêjin; destê xwe ji Sûriye, ji Iraqê, ji Libnanê bikşîne û ji Tirkiyê re jî dibêjin; destê xwe ji Sûriyê, ji Iraqê bikşîne. Amerîka û Rûsya vê ji Tirkiye û Îranê dixwazin.

“Amerîka û Rûsyayê li ser otonomiya bo Kurdan li hev kirine”

Li Rojavayê Kurdistanê bi vekişîna hêzên rejîma Sûriyê ji kontrola navçeyên Kurdî ket destê Kurdan û niha Kurd xwe li wan devran bi sîstema kantonan xwe bi rêve dibin. Ekrem Onen di derbarê rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û çarenivîsa wî perçê biçûk yê Kurdistanê de dibêje; “Rûsya û Amerîka li ser rewşa Kurdan li hev kirin. Di civîna li Tehranê Putin digot ku ji sedî 90 ê xaka Sûriyê hatiye rizgarkirin, lê herêma Kurdî ji sedî 20 e. Di vir de xuya dibe ku Rûsya wan deverên Kurdî jî rizgarkirî dibîne. Weke ku hêzên terorîst li wê deverê tune ne ku rast e ew dever ji terorîstan hatine paqijkirin û Kurd hene. Ji ber wê yekê Rûsya û Amerîkayê di derbarê Kurdan de li hev kirine. Ev lihevkirin çi ye; Ev jî modelekî otonomî an xweseriya çandî, kulturî ye. Lê ev ne nihaî ye. Eger aliyên li Rojavayê Kurdistanê çi ENKS û çi PYD be, eger bi siyaseteke maqûl, ne bi sloganan, li gel Amerîka û Rûsya di vî warî de têkilî deynin û bimîşînin, herwiha helwesteke netewî bigirin û bi wê helwestê tevbigerin, Kurd dê serkeftî ji vê proseyê derbikevin. Lê niha ti kes nizane ka PYD li Rojavayê Kurdistanê çi dixwaze, helwesteke wan a zelal tune ye. Mîsal bêjin; em otonomî an jî tiştek din dixwazin, lê bi zelalî bînin ziman, ev dê karê Amerîka û Rûsyayê jî hêsantir bike. Lêbelê Kurd tiştekî nekin jî di destûra nû ya Sûriyê de Amerîka û Rûsya dê otonomiyeke çandî bidin Kurdan û li ser vê mijarê lihev kirine. Tirkiye û Îran jî dibêjin ev dê bibe tehdît li ser ewlekariya me û Rûsya hewl dide wan îqna bike.”

“Rûsya hewl dide Îran û Tirkiyê qaneh bike”

Ekrem Onen di berdewamiya axaftina xwe de li ser helwest û nêzîkahiya Tirkiyê anektodeke dîrokî jî bibîr dixe û dibêje; “Eger em mînakê bidin; Di salên 1970 yî de Rûsyayê navbeykariya Tevgera Rizgarîxwaz a Mele Mistefa Barzanî û hikûmeta Iraqê dikir. Wê demê Tirkiyê midaxele dikir û digot divê ev li ser ewlekariya me nebe tehdît. Herwiha daxwazeke din jî ji hikûmeta Iraqê hebû; Tirkiyê ji hikûmeta navendî ya Iraqê re digot pêwîst e, zimanê fermî yê Herêma Kurdistanê Kurdiya Soranî be, ne Kurmancî be. Di vir de armanc û tirsa Tirkiyê ew bû ku rê li ber Bakûr bigire û Tirkiyê hîn wê rojê hesabê îro dikir. Niha Tirkiye ji bo Rojavayê Kurdistanê jî heman siyasetê dimeşîne. Niha jî Tirkiye û Îran eger nekarin bibin asteng jî, hindî ji destê wan bê vê otonomiya çandî ya Kurdan kêm bikin ku li ser wan nebe tehdît. Herwiha ji Rûsyayê dixwazin ku xweserî li ser Sûriyê jî nebe tehdît. Lê ne diyar e ka wê Rûsya garantiyekê di vî warî de bide wan û niha Rûsya hewl dide wan qaneh bike.”

“YPG dê bibe beşek ji artêşa Sûriyê”

Lêkolînerê Kurd Ekrem Onen di dewama gotinên xwe de li ser çarenivîsa hêzên YPG/HSDê jî dibêje; “Niha dema em li daxuyaniyên Rûsya û rejîmê dinêrin, em dibînin ku Rûsya jî û rejîm jî PYD û YPGê weke gef bo Sûriyê nabînin. Di navbera PYD û rejîmê de niha nakokiyek xuya nake, niha berpirsên PYDê bi xwe dibêjin ew amade ne ku YPG bibe beşek ji Artêşa Sûriyê. Ji ber wê yekê dûr an nêzîk ew ê bibe beşek ji artêşa Sûriyê. Tişta niha Amerîka li herêmê dike jî ew e ku rê li ber Îranê bigire, sînorê Iraq, Sûriyê ji Îranê paqij bike. Zêdebûn û an kêmbûna hêzên leşkerî yên amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ne girîng e, tenê 10 leşkerên amerîkî jî hebin Tirkiye nikare midaxele bike, ji xwe mesele ew e ku Amerîka dibeje ez heme li vir û em midaxeleyê qebûl nakin. Ev rewş jî ji Kurdan re baş e, eger Kurd siyaseteke baş bimeşînin, niha derfet ji Kurdan re heye, lîstik bidawî nebûye, rewşa aloz berdewam dike, şansê Kurdan heye. Divê Kurd bizanin ku Rûsya jî û Amerîka jî ji bo berjewendiyên xwe têkilî li gel Kurdan pêk tînin ku berjewendiya wan di hebûna Kurdan de heye.”

“Efrîn jî dê di otonomoyê de cih bigire”

Ekrem Onen destnîşan dike eger Kurd bikarin siyaseteke baş bimeşînin, dê ji otonomiyeke çandî zêdetir destkeftan werbigirin û dibêje Rûsya jî û Amerîka jî li Kurdan pozîtîf dinêrin û Kurdan bo xwe weke dijmin nabînin. Onen wiha dibêje; “Di vir de gelek tişt bi Kurdan ve girêdayî ne. Di vir de bi pêşbîniya min cihên ku Kurd lê zêde ne dê otonomiyeke çandî ji bo Kurdan pêk were, yanî Efrîn jî dê di vê otonomiyê de be ku piraniya wî bajarî ji Kurdan pêk tê. Weke Kobanê û Cizîrê Li Efrînê jî dê otonomomiyeke çandî ji Kurdan re were dayîn. Helbet eger Kurd karek baş bikin dê ev otonimî û destkeft zêde bibin, lê Kurd tiştekî nekin jî Rûsya û Amerîkayê li ser otonomiya çandî ya bo Kurdan li hev kirine û dê di destûra Sûriyê de cih bigire.”

Ekrem Onen rewşa Rojavayê Kurdistanê dişibîne rewşa salên 90î ya Herêma Kurdistanê û dibêje: “Rewşa Herêma Kurdistanê ya berî salên 90î jî wiha bû, asayîş hebû girêdayî hikûmeta navendî bû. Piştî salên 90î rewş guherî û kontrol ket destê Herêma Kurdistanê. Li Rojavayê Kurdistanê jî dê dibistan, dezgehên din ên hikûmî, asayîş hemû Kurdî bin lê dê girêdayî hikûmeta navendî ya Sûriyê bin. Yanî hemû xizmetgûzarî û asayîşa li herêmên Rojavayê Kurdistanê dê bi Kurdî bin, ji Kurdan bin lê dê girêdayî hikûmeta navendî be.”

Pisporê siyasî Ekrem Onen di dawiya gotinên xwe de tekez dike ku Rûsya û Amerîka li Sûriyê ne tenê bazara Sûriyê, bazara deverên li derveyî Sûriyê jî dikin û dibêje: “Mîsal; Rûsya dikare tevahiya Sûriyê kontrol bike lê li devereke din a derveyî Sûriyê tawîz bide Amerîkayê. Êdî ew girêdayî encama bazara herdu zilhêzan e. Dawiya wê ne diyar e û bazara herdu aliyan berdewam dike.”  (Bas – Murat Ozdemir)