Serrûpel Nûçe Parêzgarê Hesekê behsa şerê Qamişlo dike

Parêzgarê Hesekê behsa şerê Qamişlo dike

Belav bike

Parêzgarê Hesekê Cayiz El Mûsa di derbarê şerê Qamişlo de ji medyaya hikûmeta Sûriyê axifî û red kir, ku dewriya emnî ya Sûryê ku endamên wê hatibûn kuştin, êrîşî malên xelkê sivîl kiribin û di encama derbasbûna 3 otombêlên wê dewriyê de li ser xala kontrolê ya Asayişê de, hatin gulebarankirin.

Medyaya Sûriyê eşkere dike, heta çend saatan jî cenazeyên 14 kuştiyên hêzên emnî yên Sûriyê radest nekirin û li gor îdîyayên rojnameyê, otombêlên ku hatibûn gulebarankirin, berê xwe didan xala kontrolê ya hikûmeta Sûriyê li başûrê Qamişlo û ew rojane di wê rêyê re derbas dibûn, lê vê carê rê li ber wan hate girtin û hatin gulebarankirin.

Herweha çavkaniyên pizîşkî yên nexweşxaneya Qamişlo eşkere kirin, ku cenazeyên 14 kuştiyên hêzên emnî yên Sûriyê û her du 2 birîndar radestî wan kirin.