Rêxistina Çavdêriya mafên mirovan ya navdewletî Rêveberiya Xweser bi wê yekê tohmetbar dike ku ew hervrikên xwe yên siyasî bi darê zorê digire û hin caran jî û wan bêserûşûn dike.
Di raportekê de ku, îro 10 îlonê di malpera fermî ya rêxistin de hatiye belavkirin, eşkere dibe ku Rêveberiya Xweser, ku PYDê serkêşiya wê dike, hinek endamên ENKSê bi zorê girtine û gelek caran ew wenda kirine.
Li gorî raportê, gelek girtî di zindanên rêveberiya xweser de, li wan hatiye qedexekirin ku malbat û parêzerên xwe bibînin û nehatine mehkemekirin.
Rêxistinê daxwaz ji rêveberiya xweser kir ku pabendî yasayên navdewletî yên mafên mirovan be.