Emîrê Daişê yê eskerî li Şengalê Ebdulxaliq Kurdî û kurê xwe li Tirkiyê bajarê Qeyserî hatine girtin.
Kurê wî Mihdî Kurdî jî li Îraqê bajarê Tileferê ji bo DAIŞê kar dikir.
Ew her du kes di operasyoneke hêzên emnî yên Tirkiyê de hatine girtin.
Ebdulxaliq Kurdî, her wiha di nava Daişê de berpirsên çekên giran bû.
Ebdulxaliq û Mehdî Kurdî piştî ku çûne Tirkiyê jî pêwendiya xwe bi Daişê re qut nekirine.
Li jêderên emnî yên Tirkiyê, wan her du kesan li bajarê Qeyserî, di xaniyekî xerab de diman û serê sibê zû radibûn ji xwe kartok û tiştên kevin kom dikirin û zû diçûne nava wî xanî, ji bo ku kesek wan nabîne.