Rêveberiya Deriyê Sêmalka li Rojavayê Kurdistanê biryareke nû da û li gor wê biryarê ew kesên ku xwedî îqameyên başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, yanî îqameya Ewropa bi wan re ye dema ku serdan dikin dikarin li Sêmalka tevahiya kaxezên xwe temam bikin.
Li gor vê biryara herî dawiyê ya Rêveberiya Deriyê Sêmalka, ew kesên ku ji Herêma Kurdistanê derbasî nav Rojavayê Kurdistanê dibin, îdî ji wan nayê xwestin ku serî li ofîsa vîzeyan li bajarê Qamişlo bidin, êdî tevahiya kaxezên wan ji bo vegerê jî li Deriyê Sêmalka têne temamkirin.
Di heman biryarê de hatiye, ku ew xortên ku ji bo erkê xweparastinê yan jî eskeriyê tên xwestin, divê rêya xwe bi navendên tecnîdê bixin, daku tevahiya kaxezên xwe yên girêdayê vê mijarê temam bikin, lê ew kesên ku ji Rojava serdana başûrê Kurdistanê dikin, dema ku vedigerin divê li ofîsa vîzeyan li Qamişlo vegrin, daku kefaletê bidawî bînin.