Serrûpel Nûçe YNK rê neda alîgirên PDK biçin Silêmaniyê û dengê xwe bidin

YNK rê neda alîgirên PDK biçin Silêmaniyê û dengê xwe bidin

Belav bike

Hêzên YNKê li bazgeha di navbera Dokan û Silêmaniyê de rê nadin dengder û alîgirên PDKê derbas bibin û dengê xwe bidin.

Li gor zanyariyên BasNews bi sedan dengderên PDKê bi otombîlên xwe li wê bazgehê rawestiyane û awayeke xirab pêwendiyên li gel wan dikin û muhleta şofêriyê ji wan distînin.

Yek ji wan pêşmergê, rê li ber wan hatiye girtin ji BasNews re ragihand ku, ew li bazgeha Dokan hatine rawestandin û çekdarên YNk rê nedan wan biçin Silêmaniyê û ji wan re gotin, bê zemet vegerin Hewlêr û nabe ti partiyek biçe Silêmaniyê.